'Cudahiya zayendî di medyayê de derfetên pîşeyî yên jinan teng dike'
Rojnamevan Suad Sûdanî Zade bal kişand ser cudahiya zayendî û astengiyên ku jin di medyayê de pê re dimînin. Suad got: "Tevî xebatên wan ji bo ronîkirina pirsgirêkên civakê, rojnamevanên jin ji piştgirî û mafên pîşeyî yên wekhev bêpar dimînin."
Navenda Nûçeyan – Bi pêşwaziya Roja Cîhanî ya Dawîanîna Bêcezabûna Sûcên li dijî Rojnamevanan, ku her sal di 2’ê Mijdarê de tê bibîranîn, derfet heye ku rewşa van jinan û astengiyên wan ên di qada medyayê de bên nîqaşkirin.
Ajansa me ji bo naskirina zêdetir a van pirsgirêkan, hevpeyvînek bi rojnamevan û çalakvana medyayê ya xwedî ezmûna xebatê li Îran û derveyî wî, Suad Sûdanî Zade re, kir.
*Wekî jinek ku di hundirê Îranê de di qada rojnamevaniyê de xebitiye, we ewlehiyê bi wateya xwe ya berfireh çawa dît? Ev rewş bandor li îstîqrara we ya derûnî, pîşeyî û jiyanî kiriye?
Cudahiya zayendî ya veşartî di saziyên medyayê de, hem li Îranê û hem jî li derveyî wê, berdewam e. Ev cudahî di sînordarkirina xuyabûn û cilên jinan, destwerdana hilbijartinên wan û kêmbûna serbixwebûn û mafê biryardanê de xuya dike. Carinan jin jî bêyî hay ji wê beşdarî dubarekirina vê cudahiyê dibin. Mînak, dema xwendekar bûm, ji ber ku çador li xwe nekiribû, destûr neda ku bikevim avahiya radyo û televîzyona Îranê. Ev sînordarî bi mafên mirovan û wekheviya zayendan re li hev nayên.
*Cudahiya zayendî di berpirsiyariyên dayîktiyê û kar, her wiha zextên civakî û hikûmetê de çawa xuya dibe? Ev yek li ser ewlehiya karê jinan çi bandorê dike?
Rojnamevanên jin carnan bi hinceta berpirsiyariya civakî neçarî karê bêpere an bi mûçeyên kêm tên kirin, di heman demê de mêr wek pispor bi mûçeyên dadperwer tên îstîhdamkirin. Ramana baviksalarî ku dahata jinê wek tiştekî duyemîn dibîne, ev cudahî kûrtir dike. Ev neheqî di îstîhdam, mûçe, bîmeya tenduristiyê û ewlehiya karê de jî xuya dike.

*Rojnamevanên jin di vegirtina mijarên jinan, zarokan û jîngehê de bi kîjan astengiyan re rûbirû dimînin? Cudahî di navbera ezmûna we ya li Îranê û derveyî wê de çawa ye?
Rojnamevanên jin mijarên civakî, wek karê zarokan û krîzên jîngehê bi hûrgilî û hesasiyetê dişopînin û sedem û encamên wan dixin rojevê. Li gorî min, ev lêkolînên kûr carinan desthilatê aciz dikin, ji ber vê yekê raporên wan li Îranê gelek caran rastî sansûr û qedexeyan hatine. Tevî şiyana wan, hin rêveberên medyayê di vegirtina mijar û herêmên cuda de pêşî li mêran didin, herçend jin gelek caran raporên kûrtir pêşkêş dikin.
Ev nêzîkatî di medyaya navneteweyî de jî heye. Carnan jin ji bo rolên xuyangî tên hilbijartin, lê karên meydanî û rêwîtiyên nûçeyan, ku derfetên pîşeyî û dahata wan zêdetir e, bi piranî ji mêran re tên spartin. Ev dabeşkirin li ser qalibên kevneşopî yên şaş hatiye avakirin, ku mêr ji bo vegirtina meydanî jêhatîtir dibînin. Ev nêzîkatî derfetên pêşketina rojnamevanên jin teng dike.
*Destwerdana kesên nepispor û yên girêdayî tevgerên siyasî çawa bandorê li ser serbixwebûna pîşeyî û derfetên rojnamevanên penaber û paşguhkirî li derveyî welat dike?
Girêdana siyasî carnan dibe sedema derxistina rojnamevanên jin ji saziyên medyayê û kêmbûna derfetên wan ên pîşeyî. Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' di xuyakirina dengê jinên Îranê de roleke girîng lîst. Tevî rola rojnamevanan di ronîkirina pirsgirêkên civakê de, pirsgirêkên wan kêm tên bihîstin. Piştgiriya rojnamevanan û azadiya ragihandinê ji bo avakirina civakeke zelal û dadperwer girîng in.